Li Hîndîstanê Protesto
Bi Deh Hezaran Muslumanan Piştgiriyên Fîlma Xebîs Tel’în Kirin
Musluman dilsoziya xwe ya bi hz Muhammed re, bi protestoyên telînkirina fîlma heqaretwarî û piştgiriyên wê dewam dikin.
Do li Hîndîstanê li bajarê Kalkutayê 15 hezar musluman meşiyan. Emrîka û Fransayê tel’în kirin. Protestovan li Kalkuta paytexta eyaleta Bengala rojawayê, bi tekbîr û slogan û panqartan ber bi sefaretxana Emrîka ve meşiyan. Fîlm û qarîqatorên heqaretwarî şermezar kirin. Alayên Emrîka û Fransa şewitandin.
Polîs mudaxela protestoyê kir da ku nekevin sefaretxana Emrîka. Li ser mani’ û asteng û zordestiyên polîs, protestovanan polîs dan ber keviran. Di navbera polîs û protestovanan de niqaş û pevçûn qewimîn. Danê êvarê protestovan belav bûn. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.