Li Hong Kong û Peruyê Qeza

Li Hong Kong û Peruyê Qeza

Li Hong Kongê Ferîbot Li Hev Qelibîn, Li Peruyê Otobos Di Kendal Wer Bû:58 Kes Mirin

Xeberan diyar kir ku li Hong Kongê du ferîbot li hev qelibîne. Di hadîseyê de bi kêmanî 36 kes mirin, gelek kes birîndar in.

Hadîse do êvarê, li dora girava Lammayê qewimî. Ferîboteke ger û geştê li yeka din qelibî. Piştî hadîseyê ekîbên rizgarkirinê hatin şandinî devera hadîseyê. Zêdetirî 100 kes birîndar in.  Rewşa hinekan ğeddar e.

Li aliyê din li Peruyê otobosek ji ber surata zêde, ji kontrola şofêr derket û di kendalê werbû. Bi kêmanî 22 rêwî mirin. Gelek kes jî birîndar bûn.

Hadîseya qezayê li bakurê herêma Lambayêkuyê qewimî. Li Peruyê pir caran qezayên wiha diqewimin. Gelekê wan jî ji ber xetayên şofêran e. Berpirsiyar der heqê hadîseyê de lêpirsîn vekir. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.