Li Îlîçê cenazeya karkerekî ku di bin axê de mabû hat dîtin

Li Îlîçê cenazeya karkerekî ku di bin axê de mabû hat dîtin

Li navçeya Îlîça Erzîncanê, di sehaya kana madenê de ax hezîyabû û 9 karker di bin axê de mabûn, ji wan karkeran yek cenazeya wî hat dîtin.

Wezîrê Kehnîyên Tebiî û Enerjî Alparslan Bayraktar, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Bayraktar weha got:

“Di hezaza ku li navçeya me ya Îlîça Erzîncanê di sehaya kana madenê de pêk hatibû de ji roja ewil heta îro bênavber xebat didomin, di xebatên me yên ji bo dîtina 9 birayên me de di seatên êvarê de di herêma ku tê gotin kana manganê de, me birayekî karkerê xwe dît.

Ji bo madenvanên me yên dinê jî xebatên me 7 roj 24 seat didomin.

Ji birayê me yê karker re ji Xwedê daxwazîya rehmê ji bo malbata wî jî sersaxîyê dixwazim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.