Li Îranê di madena komirê de teqîn: Nêzî 80 karkeran di madenê de mehsûr man
Di madeneke ku li eyaleta Gulistana li bakûrê Îranê ye teqînek pêk hat, di encama teqînê de nêzî 80 karkeran di madenê de mehsûr man.
Hat ragihandin di madeneke bi navê Zemestanyurta ku li eyaleta Gulistana li bakûrê Îranê ye teqînek pêk hat, di encama teqînê de nêzî 80 karkeran di madenê de mehsûr man û gelek kes jî birîndar bûn.
Kesên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Piştî teqînê gelek ekîbên rizgarkirinê ji cihê bûyerê re hatin şandin û xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.