Li Îranê di mezinahiya 6,1an de erdhej pêk hat
Li parêzgeha Kirmanşaha Îranê di mezinahiya 6,1an de erdhej pêk hat.
Li gor daneyên Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê li parêzgeha Kirmanşaha Îranê di mezinahiya 6,1an de erdhej pêk hat.
Erdhej îro di derdora seat 06.02an de li 58emîn kîlometre dûrahiya Kirmanşahê pêk hat.
Ji ber erdhejê şêniyên Kirmanşahî ji malên xwe derketin û xwe berdan kolanan.
Saziya Rewşa Bi Lez a Îranê jî derbarê mijarê de hat ragihandin yekîneyên rizgariyê yên ku hatine şandin bajarên bi navê Raver, Şehdad, Kirman, Kuhbenan û Golbafa ku erdhejê tesîr li wan hiştiye xebatan dikin û li gor encamên xebatan heta niha 42 kesên ku rewşa wan negirana hatine rakirin nexweşxanê.
Hata ragihandin kesên ku birîndar bûne ji ber îzdîhama ku di dema erdhejê de pêk hatiye de birîndar bûne.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.