Li Îranê êrîşên çekdarî
Li Îranê di êrîşên çekdarî yên ku li du cihan hatin kirin de kesekî êrîşkar hat kuştin û yek jê muhafiz tev 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li ber Parlamentoya Îranê û li ber turbeya Ayetullah Humeynî 3 kesên êrîşkar bi çekan êrîşî muhafizan kirin. Ji ber êrîşa ku hat kirin pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de mihafizek ji piyê xwe birîndar bû, kesekî êrîşkar hat kuştin û 2 jê siwîl tev de 3 kes birîndar bûn.
Televîzyona dewletê ya Îranê destnîşan kir li ber Turbeya Îmam Humeynî jî êrîş pêk hatiye.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.