Li Îranê Protesto

Li Îranê Protesto

Li Ber Fîlm û Qarîqatorên Heqaretwarî Millet Meşiya

Li her derê dinyayê li ber fîlma xebîs û qarîqatorên heqaretwarî tepkî zêde dibin, milletên musluman tepkiyên xwe bi komanî nîşan didin. Ji mezin û serekên dewletên xwe daxwaz dikin ku têkiliyên xwe yên bi Emrîka û siyonîst Îsraîl re bibirin. Ji bo parastina rêz û hurmeta ji muqeddesatan û dînên îlahî re, dixwazin qanûnên navnetewî bên avakirin.

Li Îranê piştî nimêja înê li bajarê Qûmê, alim û millet li ber fîlma xebîs meş û protesto li dar xistin. Millet cadde û kolanên bajêr dagirtin û bi slogan û tekbîra meşiyan. Protestovan dan zanîn ku, li pey van heqaretan Emrîka û siyonîst Îsraîl hene û divê mesûl û berpirsiyarên van heqaretan bên ceza kirin.

Li paytext Tehranê jî bi sedan xwendekar û mamoste û alim, li hember qarîqatorên kovara Fransayî, heta ber sefaretxana Fransa meşiyan. Sloganên “Bimre Fransa”, “Bimre Emrîka” avêtin. Alayên her dû dewletan şewitandin.  (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.