Li Iraq, Pakîstan û Yemenê Êrîş û Bombebarandin

Li Iraq, Pakîstan û Yemenê Êrîş û Bombebarandin

Li Iraqê li paytext Beğdayê, bi wesaîtê bombekirî êrîş hat kirin.

Li Iraqê li paytext Beğdayê, bi wesaîtê bombekirî êrîş hat kirin. Di êrîşê de 24 kes hatin qetilkirin, 35 kes jî birîndar bûn. Hadîse li başûrê Beğdayê qewimî. Hat îfade kirin ku, kesên ji merasîma roja çelî ya salvegara şehadeta Hz Huseyîn vedigeriyan, bûne hedefa êrîşê.

Her wiha hat diyar kirin ku, ordiya Pakîstanê li Haybera nêzî sînora Efğanîstanê, li ber mensûbên Talîbanê, operasyon rast kiriye. Teyare û helîkopterên ordiyê jî, tevlî operasyonê bûn. Hat îddîa kirin ku, di operasyonê de 20 mensûbê Talîban hatine şehîd kirin, 16 kes jî birîndar bûne. Hadîse li newala Tîrah çêbû. Wekî tê zanîn ji 2009an vir ve, Pakîstan li Hayberê operasyonan rast dike. Feqet milletê herêmê beyan dikin ku, gelek caran qurbanên operasyonan û bombardimanên teyarên bêînsan, xelkê sivîl in.

Li aliyê din li Yemenê jî, teyarê bê însan, li başûrê Yemenê êrîş û bombardiman rast kirin. Di êrîşê de 3 mensûbên el Qaîde hatine qetilkirin. Hat îddîa kirin ku, yek ji wan qomanderekî el Qaîde ye. Gava ku van her sê kesan, bi wesaîtekê birêve diçin, êrîş li wan hatiye kirin. Hat gotin ku di hukmê 10 rojên dawîn de, ji teref teyarên bê însan ve, êrîşa pêncan tê li dar xistin. Digel tepkiyên cemiyeta cihanê jî, serekdewletê Yemenê destekê dide van êrîşên teyarên bê însan.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.