Li Îraq û Efğanîstan û Pakîstanê Teqîn: 35 Kuştî, 100 Kes Brîndar

Li Îraq û Efğanîstan û Pakîstanê Teqîn: 35 Kuştî, 100 Kes Brîndar

Li Îraq û Efğanîstan û Pakîstanê Teqîn: 35 Kuştî, 100 Kes Brîndar

 Do li İraqê li bajarê Kerkûkê, li dû hev 6 teqîn qewimîn. Teqîn bi wesaîtên bombekirî û bombên di ber rê de bicîhkirî çêbûn. Di hadîseyan de 10 kes hatin kuştin, zêdetirî 58 kesî jî birîndar bûn.

Li gor emniyeta Kerkûkê, ji ber van teqînan li bajêr tirs û panîk zêde buye. Gelek kesên birîndar rakirine nexweşxanan. Hinek teqîn li mehelên Turkmen û şiiyan jî qewimîne. Wesaîtek bombekirî li nêzî televîzyona El Nîdayê teqiyaye. Li ser teqîn û hadîseyan, li bajêr tedbîrên ewlehiyê jî zêdetirbûne. Hat gotin ku teqîn, piştî ziyareta Kerkûkê ya papa Benedîktê 16an pêk hatine.

Li aliyê din hat diyar kirin ku, li rojhilata Efğanîstanê li eyaleta Nîngerharê, mayineke ku ji dewra îşgala Sowyetê mabû, teqiyaye. Di hadîsa teqînê de bi kêmanî 10 qîzên di bin 11 salî re, hatin qetil kirin, 2 qîz jî birîndar bûn. Hat gotin ku gava qîzên li daristanê li êzinga digerin teqîn qewimiye.

Tê gotin ku piştî vekişîna Sowyet Rûsyaya îşgalker ya di sala 1989an de, li Efğanîstanê bi milyonan mayin û malzemên teqîne mane û gelek caran diteqîn û dibin sebebê kuştin û birîndarbûna gelek kesan. Digel paqijkirinê jî, li dinyê welatê ku herî zêde mayin lê peyda dibin Efğanîstan e.

Her wiha li Pakîstanê jî, li sînorê herêma Hayberê teqîn qewimîn. Di teqînê de bi kêmanî 15 kes hatin kuştin, 42 kes jî birîndar bûn. Rewşa gelek birîndaran xerab e û di nav wan de jin û zarok jî hene. Li gor xebera polîsan, êrîşa bi bombe li navçeya Jamrûdê pêk hatiye. Bi teqînê gelek mal û kargeh û wesaît jî xisar dîtine. 2 roj berê li firogeha Peşawerê jî, êrîş hatibû rast kirin û di hadîseyê de 6 kes hatibûn kuştin. Heta niha tu grûbê vê êrîşê ne girtiye ser xwe.

bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.