Li ‘Iraq û Pakîstanê Teqîn
Li Bexdayê 13, Li Kettayê Jî 10 Kes Hatin Kuştin Zêdetirî 75 Kes Jî Birîndar Bûn
Li paytexta İraqê, Bexdayê, di netîca çend teqînan de, herî kêm 13 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.
Îro li taxa Weşaş a Bexdayê, otomobîlek bombekirî teqiya û di hadîseyê de, herî kêm 8 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Her wiha, li devera Tacî ya Bexdayê jî, otomobîlek bombekirî teqiya û bû sedema kuştina 4 kesan û birîndarbûna 20 kesan. Polîsê İraqê diyar kir ku, amanca teqînê, avahiya saziyeke hikûmetê buye ku di hadîseyê de hilweşiyaye.
Di teqîna sisiyan ya li Bexdayê de, ku li devera Ebû Deşîr li başûrê bajêr bû, kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Her wiha li Pakîstanê li bajarê Ketta jî, êrîş li otoboseke rêwiyan hat kirin. Di êrîş de 10 kes hatin kuştin. 25 kes jî birîndar bûn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.