Li ‘Iraq û Sûrîye Şer
Dî Hadîseyan De Lî Her Dû Welatan 32 Kes Hatîn Kuştîn
Li gor xeberan hat diyar kirin ku li bajarê Bakûbaya Îraqê, di êrîşa bi bombeyî de, 4ên wê sûbay, yekun 16 kes hatin kuştin. Êrîş di heyama merasîma cenaze de, hatiye rast kirin.
Bi êrîşê, 40 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku di nav birîndaran de, sê heb hefadên Elî Qaydanê qomandarê hêzên berr yê Îraqê jî hene.
Li aliyê din li Sûriye jî, li çend bajaran, hêzên dewletê operasyon rast kirin. Li gor teşkîlata şopandina heqên însana ya Sûriye, li der û dora Şam, Heleb, Suveyda, Tartûs, Dera û Lazkiye, di operasyonan de 16 kes hatin qetil kirin. Gelek kes jî birîndar bûne. Konseya giştî ya şoreşa Sûriye, diyar kir ku do jî, zêdetirî 70 kes hatine kuştin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.