Li Iraqê encama hilbijartina mehellî hat daxuyandin

Li Iraqê encama hilbijartina mehellî hat daxuyandin

Li Iraqê di 13 wîlayet, Kerkûk û Mûsilê de hilbijartin hatibû lidarxistin, encama nefermî hat daxuyandin.

Komîsertîya Hilbijartina Bilind yê Iraqê, derheqê hilbijartinê de encamên nefermî daxuyand.

Di hilbijartinên ku nêzê 16 milyon însan rayan dan de 5 hezar û 904 namzed, ji bo 275 kursîyan ketin nav pêşbirkê.

Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistan li Kerkûkê 5 kursîyan qezenc kir. Partîya Demokrat a Kurdistanê jî 2 kursî qezenc kirin. Koalîsyona Ereban 3, Cepheya Tirkmen 2, Qaîdeya Ereb 2, Tîfaqa Ereb 1 û Kotaya Krîstîyanan jî 1 kursî bidestxistin.

Li Nînewaya ku navenda wê Mûsil e jî PDKê, bû partîya duyemîn. Li vê derê jî yekîtî di destê tîfaqa partîyên Ereban de ye. Koalîsyona ku bi pêşengîya Walî Necîm Cîburî hatine cem hev 5, PDK 4 û YNK jî 2 kursîyan bidestxistin.

Alîgirên Muqteda Es-Sadr jî hilbijartinê boyqot kirin û neçûn ser sindoqan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.