Li Îspanya û Fransayê Operasyona Li Dijî PKK-ê

Li Îspanya û Fransayê Operasyona Li Dijî PKK-ê

Polîsên Îspanya û Fransayê li dijî PKK-ê, operasyon li dar xistin. Di operasyonan de bi îddîa desteka fînans û lojîstîka ji PKK-ê re, li Îspanyayê 6 li Fransayê jî 15 kes hatin desteserkirin.

Polîsên Îspanya û Fransayê li dijî PKK-ê, operasyon li dar xistin. Di operasyonan de bi îddîa desteka fînans û lojîstîka ji PKK-ê re, li Îspanyayê 6 li Fransayê jî 15 kes hatin desteserkirin.

Wezareta karên hundir ya Îspanyayê da zanîn ku, bi gûmana endamtiya PKK-ê, ji Madrîdê 4, ji Mûrsiayê 1 û ji Barselonayê jî kesek hatin binçavkirin. Hat gotin ku, di operasyonan de polîs girtiye ser 11 deveran. Rayedarên Îspanyol beyan kirin ku, van kesan destek dane mucadela çekdar ya PKKê, li Tirkiye û Ewrûpayê propagandayê PKKê kirine, fînans û lojîstîk peyda kirine, ji millet bizorê pere berhev kirine. Di lêgerînan de 28 hezar yuro û 2 sîleh hatine girtin. Hat îfadekirin ku, operasyon dewam dike.

Li aliyê din polîsê Fransayê jî, li bajarê Bordoksê, bi îddîa endamtiya PKKê, 15 kes desteser kirin. Polîs îddîa kir ku, van kesan ji bo PKKê, ji millet bi zorê pere stendine, fealiyet kirine. Hat gotin ku teşkîlata polîs, di çarçova hevkariya navnetewî de van operasyonan rast kirine.

Bangaheq

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.