Li Îswîçreyê Protesto
Zêdetirî Hezar Kesî Siyonîst Îsraîl Protesto Kir
Li Îswîçreyê li bajarê Zurîhê, zêdetirî hezar kesên Îswîçreyî, Ereb û Tirkiyeyî, bombardimanên Îsraîl protesto û şermezar kirin. Protestovan bi tekbîr û sloganan meşiyan. Di protestoyê de kesên peyivîn, xwestin ku malên Îsraîl bên boykot kirin.
Xeberdan bi Elmanî û Erebê dest pê kir. Xetîban îfade kirin ku kirîna malên Îsraîl, şirîkaniya rijandina xwîna Filîstîniyan e. Ji gelek irq û netewê millet beşdarî protestoyê bûn. Beşdaran diyar kirin ku Îsraîl sûcê însaniyetê kiriye. Axaftvanan îfade kirin ku mucadela Filîstîn ne mucadela Ereban e. Ji bo sekinandina kuştina zarokan, çi ji destê kê tê, divê bîne cîh. Heta dawiya protestoyê, di aleyhê Îsraîl û Netanyahû de û di lehê Fîlîstînê de slogan qut nebûn.
Li aliyê din, wezîrê parastina Îsraîla rejîma terorê Ehûd Barak îstîfa kir. Barak nêzî hilbijartina, îstîfa xwe da û wiha got “Êdî dixwazim binivîsînim û zewqa heyatê bibînim.” Ehûd Barak got ku wê venegere siyasetê.
Qatil Ehûd Barak, di navbera 1991 û 1995an de sererkanî kiribû, heta niha jî du salan wezîriya karên derve, du salan serekwezîrî û 5 salan jî alîkariya serekwezîrî û wezîriya parastinê kiribû. Di gelek qetlîaman de xwedî rol bû. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.