Li ÎTTÎHADUL ULEMA qeydên medrese û hafiztîyê dest pê kirin

Li ÎTTÎHADUL ULEMA qeydên medrese û hafiztîyê dest pê kirin

ÎTTÎHADUL ULEMAYA ku li gelek herêm û bajarên welêt perwerdehîya medreseyan dide xebatên xwe ji bo qîz û lawan didomîne da ku ew li medreseyan him dersên şerrî û him jî fernnî hîn bibin.

Li wan medreseyên ku di bin banê Yekîtîyaa Alim û Medreseyan de lê ders tên dayîn dersên mîna tecwîd, kiraat, serf, nahîv, tefsîr, kelam, ilmên Quranê, fiqih ûsila fiqhê, belaxat, mantiq, hedîs û ûsila hedîsê û her wisa li wan kursên hafiztîyê jî dersên mîna Qurana Kerîm, tecwîd, kiraat, mexaricul huruf û dersên talimê ji telebe û feqîyan re tê dayîn.

“Medrese di temamê dîrokê de alimên mezin û îdarevanên dewletê perwerde kirine”

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Silêman Kizilçinar derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û got ku qeydên wan ên medrese û hafiztîyê ji 1ê Hezîranê pêve dest pê kirine û wiha got: “Medrese di temamê dîrokê de alimên mezin û îdarevanên dewletê perwerde kirine. Dema ku em li dîrokê mêze dikin em dibînin ku kesayetên mîna Ustad Bedîuzzeman, Molla Arapkendî, Seyda Mela Xelîl, Mela Sadrettîn, Molla Fenarî û bi dehan kesayetên mîna wandi medreseyan de ilm dîtine. Dîsa bi heman awayî kesayetên alim ên mîna Îmam Newewî, Îmam Rabbanî û Îmam Xazalî jî di medreseyan de perwerdehî dîtine.Ev yek bi xwe jî girîngîya medreseyan di warê hînbûna ilmê de nîşanî me dide.”

Silêman Kizilçinar di berdewama nirxandina xwe de derheqê qonaxa qeydê û derheqê dersên ku li medreseyên ÎTTÎHADê tên dayîn de wisa got: “Qeydênl i medrese û kursên hafiztîyê ji 1ê Hezîranê dest pê kirin. Di medreseyên me de dersên mîna tecwîd, kiraat, serf, nahîv, tefsîr, kelam, ilmên Quranê, fiqih ûsila fiqhê, belaxat, mantiq, hedîs û ûsila hedîsê û her wisa li wan kursên hafiztîyê jî dersên mîna Qurana Kerîm, tecwîd, kiraat, mexaricul huruf û dersên talimê ji telebe û feqîyan re tê dayîn.”

Kizilçinar di dawîya nirxandina xwe de bang li malbatan kir da ku ew werin qeydên zarokên xwe li van medreseyan bikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.