Li Îzmîrê bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin

Li Îzmîrê bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin

Ji teref Platforma Nesla Quranê ve di gelek bajarên Tirkîyeyê de bernameyên “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” tên tertîpkirin, di vê çarçoveyê de li Îzmîrê jî bernameyek hat tertîpkirin.

Ji teref koordînatorîya Platformê ve li Goleta Bucaya Îzmîrê ji 200î zêdetir zarok bi tevî malbatên xwe hatin cem hev, him seyranê kirin û him jî bi cemaatî nimêj kirin.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir, dû re bi azana ‘esrê bi cemaatî nimêj hat kirin.

Muhammed Akgulê Temsîlkarê Îzmîr yê Platforma Nesla Quranê, di bernameyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de qala muhîmtîya nimêjê kir.

Bername, piştî axavtinê û kirina nimêjê bi îkramên ku ji zarokan re hate dayîn dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.