Li Japonya Protesto
100 Hezar Japon Merkezên Emrîkayê Protesto Kir
Li Japonyayê zêdetirî 100 hezar kes li ber merkezên Emrîka yên li Japonyayê protesto li dar xistin. Protestovanan diyar kirin ku li Japonyayê hebûna Emrîka naxwazin.
Tê gotin ku Emrîka dixwaze Ospreya teyara herbê ya nû, li Japonyayê li merkezên xwe bicîh bike. Ji bo vê teyarê, tê gotin ku pir qeza dike û daketinên acîl rast dike.
Hat îfade kirin ku medya Japon jî, li ber vê teyarê tepkî nîşan dide. Milletê protesto li dar dixist beyan kir ku hikûmeta Tokyoyê, li ber xwestekên Waşîngtonê bêdeng dimîne. Ji ber vê yekê millet hikûmetê jî protesto kir.
Wekî tê zanîn di salên borî de, navê eskerên Emrîka li Japonyayê bi skandalên tacîza cînselê hatibû diyar kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.