Li Kahtayê pevçûna çekdarî: 2 birîndar

Li Kahtayê pevçûna çekdarî: 2 birîndar

Li navçeya Kahtaya Semsûrê di nabeyna 2 koman de pevçûna çekdarî çêbû. Di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li navçeya Kahtaya Semsûrê di nabeyna 2 koman de pevçûna çekdarî çêbûye. Di encama pevçûnê de kesekî ke hewl dida her du koman ji hev bike û yekê din ê ku têkiliya wî bi pevçûnê hebû birîndar bûne.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li taxa Camiya girêdayê navçeya Kahtaya Semsûrê di nabeyna 2 koman de berê gengeşe çêbû. Dûvre gengeşe zivirî pevçûna çekdarî. Di encama pevçûnê de A.O.(64) û M.T.(55)yê ku hewl da koman ji hev cuda bike birîndar bûn.

ÎLKHA







HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.