Li Kanadayê êrîş li mizgeftê hat kirin: 5 kes hatin qetilkirin

Li Kanadayê êrîş li mizgeftê hat kirin: 5 kes hatin qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li Kanadayê êrîş li mizgeftekî hatiye kirin. Di encama êrîşê de 5 kes hatin qetilkirin.

Hat ragihandin ku li bajarê Québeca Kanadayê êrîşa çekdar li Navenda Çanda Îslamê ya Bajarê Québecê ya ku Misliman li wir îbadet dikirin. Di encama êrîşê de 5 kes hatin qetilkirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin 3 kesan bi çekan gule li ser kesên ku dê nimêja eşayê eda bikiribana hat reşandin. Di encama êrîşê de 5 kesên ku navên wan ne diyar in mirin. Tê gumankirin ku dê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bibe.

Berê jî serê berazê danîbûn li wir

Her wiha tê zanîn ku di Meha Remezana sala 2016an de jî serê berazê ji teref kesên nediyar ve li ber Navenda Çanda Îslamê ya Bajarê Québecê hatibû danîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.