Li Kenyayê Protesto
Muhammed Rogo Hat Şehîdkirin, Protesto Dest Pê Bûn
Li gor xeberan hat îfade kirin ku li Kenyayê serekê hereketa Hîcretê Abîd Rogo Muhammed û aîla wî, ji teref kesên nenas ve hatine şehîdkirin. Li ser şehadeta wî bi sedan musluman, li bajarê Mombasayê derketin kuçan, protesto rast kirin.
Li Mombasayê bi sedan musluman civiyan û şehîdbûna Rogo Muhammed protesto kirin. Protestovanek wiha diyar kir “Van polîsan, lîderê meyî bêguneh qetil kirin. Ewilî girtin û dûre zanibûn ku wê mehkeme qirara bêsûciya wî bide, rabûn wî şehîd kirin.”
Wekî tê zanîn Emrîka Rogo Muhammed sûcdar dikir ku destekê dide hereketa Eş Şebabê û planên wan îcra dike. Dihat îfade kirin ku Hîcreta hereketa Rogo Muhammed, ji ber biratiya Îslamî, nêzî hereketa eş-Şebaba Somalî bû.
Hat gotin ku polîsên Kenyayê, ji bo protestovanan belav bike, gazê îsotê bikar aniye û li wan şîddet kiriye. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.