Li Kercewsê bi werza berhevkirina simaqê re li zeviyan keda giran dest pê kir
Li herêma ku werza berhevkirina simaqê dest pê kiriye, hilberîner ji bo berhevkirina berhemên gihîştî li zeviyan kedeke giran didin meşandin. Simaqa ku tê berhevkirin tê ziwakirin û hûrkirin, paşê ji bo ser sifreyan tê amadekirin.
Li navçeya Kercewsê ya Êlihê ku werza berhevkirina simaqê dest pê kiriye, hilberîner ji bo berhevkirina simaqên gihîştî li zeviyan keda xwe didin.
Simaqa ku li Kercewsê tê gihandinerê û li herêmê wekî berhemeke girîng a çandiniyê tê hesibandin, ji aliyê hilberîneran ve tê berhevkirin û ziwakirin, paşê jî tê hûrkirin û ji bo ku di xwarinan de bê bikaranîn ji bazarê re tê pêşkêşkirin.
Di dema werza berhevkirinê de hilberîner ji aliyekî ve berhemên xwe berhev dikin, ji aliyê din ve jî ji bo ku simaq bê xebitandin, ji bo berhemên cihêreng bê veguhastin û bigehîje bazarên firehtir xebatan dimeşînin.
Cotkarên ku ji nûçegihanê İLKHAyê re axivîn, ligel berhevkirina simaqê, derbarê xebatên xebitandin, bazarkirin û veguhastina wê ya ji bo berhemên alternatîf agahî dan.
Hilberînerên ku diyar kirin hilberîna simaqê ya ku di nav berhemên girîng ên çandiniyê yên herêmê de ye ji bo hin malbatan çavkaniyeke girîng a debarê ye, destnîşan dikin ku bi derbaskirina pirsgirêkên di bazarkirina berhemê de û gihandina wê ya ji bo bazarên cihêreng, hilberîn dikare hê bêtir zêde bibe.

Seyithan Öner
"Derbarê simaqê de hişmendî hat bidestxistin"
Seyithan Öner ê ku diyar kir ew wekî malbatî bi cotkariyê re mijûl dibin, destnîşan kir ku werza berhevkirina simaqê dest pê kiriye û berhema ku berhev dikin piştî ku hûr dikin pêşkêşî bazarê dikin û got: "Em wekî malbatî bi cotkariyê mijûl dibin. Niha em di nav berhevkirina simaqê de ne. Piştî ku em vê simaqê berhev dikin û hûr dikin, ji bo ku di xwarinan de bê bikaranîn em pêşkêşî bazarê dikin. Di van demên dawî de bi nirxbûna simaqê û fêmkirin û hişmendbûna mirovan a derbarê feydeyên wê de, em wekî cotkar projeyekê pêşkêşî Bankaya Cîhanê kir. Di vê projeyê de em li ser pirsiyara 'Gelo em dikarin ji simaqê berhemên alternatîf hilberînin?' dixebitin."

"Bi nirxbûna simaqê re dê hilberîn jî zêde bibe"
Öner ê ku behsa xebatên ji bo hilberîna berhemên alternatîf ên ji simaqê kir, axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tewra niha me tirşiya simaqê çêkir û wekî 'Gercos sumak -x' tescîl kir. Bi xêrê niha em cihê biçûk ê di şêwazê atolyeyê de ku ji aliyê DİKA û Bankaya Cîhanê ve tê piştgirîkirin amade dikin. Ji vir û şûn de em ê vê bînin asteke ku wekî 'Gercos sumak -x' ji bo hemû bazar, herêm û dibe ku ji bo derveyî welat jî bikaribin bibazarînin. Li Kercewsê di baxçeyê nêzî 4 hezar cotkaran de hema hema di quncikekê de teqez simaq heye û gelek malbat debara xwe bi simaqê dikin. Tenê di bazarkirina simaqê de tengasî hebû. Bi xêra vê projeyê û bi nirxbûna simaqê re dê hilberîna simaqê hê bêtir zêde bibe."

Hasan Kırşan
"Wekî Kercewsê simaqeke me ya pir bi kalîte û xweş heye"
Hilberîner Hasan Kırşan ê ku behsa destpêkirina berhevkirina simaqê kir wiha axivî: "Ez cotkariyê dikim. Di vê demsalê de me dest bi berhevkirina simaqê kir. Pêşî em vê berhev dikin û ziwakirin, paşê hûr dikin û pêşkêşî mirovan dikin. Wekî Kercewsê simaqeke me ya pir bi qalîte û xweş heye. Di hemû xwarinan de tê bikaranîn; di salateyan de, di tirşikan de di dolmeyan de, anku hûn di her cihê ku bixwazin de dikarin bikar bînin. Tama pir xweş dide xwarinan, ji bo tenduristiyê jî nîmeteke bêhempa ye."

"Em debara xwe bi simaqê dikin"
Kırşan ê ku behsa dahata ku ji simaqê bi dest dixin kir, diyar kir ku berhevkirin û amadekirina berhemê bi zehmet e û axaftina xwe wiha bi dawî anî:
"Em difroşin, ji bo mêvanan îkram dikin. Her wiha em ji bo dost, mirov û kesên xwe yên li derveyî Kercewsê û ji bo derveyî welat jî dişînin. Em debara xwe jî bi simaqê dikin. Tenê ne simaq; em bi berhemên wekî ceh, tirî, mewîj, bostan, petêx (qawun) û zebeşan re jî mijûl dibin lê çavkaniya me ya sereke ya dahatê simaq e. Berhevkirin, ziwakirin û hûrkirina wê bi tevahî hefteyekê dikişîne. Bêguman karekî bi zehmet e."




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.