Li Kongoyê lehî û Hezîna axê pêk hat: 60 mirî

Li Kongoyê lehî û Hezîna axê pêk hat: 60 mirî

Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber barana zêde, lehî û hezazê 60 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber barana zêde lehî rabû û erd şemitî.

Hat destnîşankirin ku di encama van bûyeran de herî kêm 40 kes li Bukavu û Burinyi yên parêzgeha Kivuya Başûr mirin.

Hat îfadekirin ku li wîlayeta Kasaî-Central jî ji ber şimitîna axê gelek xanî bi bandor bûn, herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.