Li Konteynirbajarê Pevçûn

Li Konteynirbajarê Pevçûn

Li Rûhayê li navçeya Herranê, di konteynirbajarê ku multeciyên Sûrî lê dimînin de, pevçûn qewimî.

Li Rûhayê li navçeya Herranê, di konteynirbajarê ku multeciyên Sûrî lê dimînin de, pevçûn qewimî. Di hadîseyê de di nav wan de esker û bekçî jî, nêzî 30 kes birîndar bûn. Hêzên asayîşê sewkî herêmê bûn û mudaxeleyî hadîseyê kirin. Kesên birîndar rakirin nexweşxanên Herran û Akçakale û Rûhayê. Hat îfadekirin ku, rewşa brîndaran ne ewqas giran e.

Hat gotin ku, hinek multeciyên Sûriyê, dixwazin li konteynirên bajarê Herranê bicî bibin. Ji ber ku qeyda wan tune bûye, wezîfedarên ewlehiya xisûsî, wan nagrin hundir. Ji lew niqaş diqewime. Multeciyên li konteynirbajarê jî, tevlî hadîseyê dibin. Mesele giran dibe. Di navbera multecî û esker û bekçiyan de, pevçûn pêk tê. Piştî hadîseyê hinek kesên multecî yên ku tevlî hadîseyê bûne, hatin desteserkirin. Li ser hadîseyê li derûdora konteyniran, tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.