Li Konya û Bûrsayê Qedexe Ya Tesetturê Hat Protesto Kirin
Platforma seferberiya tesetturê TESSEP, li Konyayê li merkeza Meramê li meydana Kayali Parkê, beyanata medyayî ya girseyî li dar xist.
Platforma seferberiya tesetturê TESSEP, li Konyayê li merkeza Meramê li meydana Kayali Parkê, beyanata medyayî ya girseyî li dar xist.
Beyanat ji alî Mehmet Dûrmûş ve hat xwendin.Berdevkê Platformê di beyanatê de diyar kir ku, divê hikûmet guhbide hessasiyetên însanên dîndar. Dûrmûş telebên xwe wiha rêz kir “Bila li mekteban sonda Andimiz rabe. Bila dev ji tehsîla têkel ya ku qîz û xort di nav hev de dixwînin, bê berdan. Bila qîz û xort di mektebên cûda de bixwînin. Serbestiya kinc û cilan, bila ne ji bo hinek aliyan be, bila ji bo hemî xwendekaran be û divê yesaxa tesetturê jî bê rakirin. Rêziknameya kinc û cilan ya ku tesetturê yesax dike, bila derhal bê vekişandin.” Di protestoyê de tekbîr û slogan qut nebûn.
Her wiha li Bûrsayê jî, Cemiyeta Mustezefan a şaxa Bûrsayê, li parka Orhangaziyê bi beyanata medyayî, yesaxa tesetturê protesto kir. Ji jin û qîz û ciwanan gelek kes, bi tekbîr û sloganan tevlî protestoyê bûn. Serekê şûba cemiyetê Îsa Guvendîk, di protestoyê de xeber da. Guvendîk da zanîn ku rêziknama tehsîla mîllî, zihniyeta yesaxê ranekiriye, ji ğeyrî mektebên îmam xetîban li mekteban tesetturê yesax kiriye. Divê tesettur li her derê serbest be. Hewce ye ku hikûmet soza xwe ya namûsê bicîh bîne û vê rêziknameyê vekişîne.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.