Li Konyayê ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket: 2 mirî 8 birîndar

Li Konyayê ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket: 2 mirî 8 birîndar

Hat ragihandin di encama şer û pevçûna ku têde çek hatin bikaranîn de 2 kes canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li gundê Xortuya girêdayê Eregliya Şirnexê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera du koman de ji ber lihevnekirina erdan pevçûn derket. Di pevçûna ku derket de çek hatin bikaranîn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama şer û pevçûna ku têde çek hatin bikaranîn de 2 kes canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.