LI KOSERÊ ÎMTÎHANA DÎNÎ
Li Kosera navçeya Mêrdînê, di navbera telebe û xwendekarên camî û qûrsen Quranê de, îmtîhana “ez dînê xwe dielimim” hat kirin
LI KOSERÊ ÎMTÎHANA DÎNÎ
2 HEZAR TELEBE KETIN ÎMTÎHANA “EZ DÎNÊ XWE HÎN DIBIM”
Li Kosera navçeya Mêrdînê, di navbera telebe û xwendekarên camî û qûrsen Quranê de, îmtîhana “ez dînê xwe dielimim” hat kirin. Îmtîhan bi pêşevaniya mela Cahît Karaalpê melayê camiya Sûkê ve, hat li dar xistin. Îmtîhan li Koserê li 3 mekteban û li beldeya Gokçeyê jî, di mektebekê de hat kirin. 2 hezar telebe tevlî îmtîhanê bûn. Ji belde û gundan gelek xwendekar beşdarî îmtîhanê bûn. Mamosteyên dilxwaz jî, di îmtîhanê de wezîfa miqatebûnê kirin.
Melayê Cahit wiha got “Amanca me ku em dînê Îslamê hînî zarokan bikin, edeb û exlaqê xweşik bidin wan. Xêrxwazên ji Konya û Koserê ku alîkariya îmtîhanê kirine, Xweda xêra wan qebûl û mezin bike.”
Di îmtîhanê de 100 pirs hatin pirsîn. 20 telebên ku têkevin derencê, wê bên xelat kirin. Digel van xelata, her sê xwendekarên ku têkevin derencê ewil, ewê li xocên wan jî xelata zêr bên dayîn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.