Li Koyê teqîn: 6 mirî 10 birîndar

Li Koyê teqîn: 6 mirî 10 birîndar

Hewlêr - Hat ragihandin li Kurdistana Iraqê teqîn li ber avahiya Hizba Demokrata Kurdistan pêk hat, di teqîna ku pêk hat de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li navçeya Koya Erbîla Kurdistana Başûr li ber avahiya Hizba Demokrata Kurdistan li pey hev du teqîn pêk hatin. Di teqîna ku pêk hatin de tevde 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn piştî teqîna yekem dema ku pêşmerge li cihê bûyerê civiyan teqîna duyemîn pêk hat. Kesên birîndar rakirin nexwşexaneyên derdorê. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.