Li Kurdistana Iraqê xwepêşandan: 5 mirî, 93 birîndar

Li Kurdistana Iraqê xwepêşandan: 5 mirî, 93 birîndar

Di xwepêşandanên ku ev du roj in li Kurdistana Iraqê berdewam dikin de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 93 kes jî birîndar bûn.

Di xwepêşanên ku li Silêmanîya bajêra Kurdistanê Iraqê dest pê kirin de heta 5 kes jiyana xwe ji dest dan û 93 kes jî birîndar bûn. Di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de avahîyên YNK û Yekgirto hatin şewitandin.

Li Silêmanîyê mamosteyên ku desteheqên wan ev çendîn wext e nayê dayîn dest bi xwepêşanan kirin, bi demê re xwepêşana mamosteyan bû xwepêşanên girseyî. Piştî demekê xelkê li Taktak, Koy Sancak, Çemçemal û Kifrîyê jî xwe berdan kolanan.

Li Kurdistana Iraqê tev de milyonek û 400 hezar memur hene û maaşên van jî ji dahata neftê dihat dayîn, piştî ku Kerkukê bi temametî ket destê hikûmeta navendî ya Iraqê dahata neftê ya Herêma Kurdistana Iraqê hema hema bi nîvî bû.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.