Li Kurdistana Tirkî Şer û Teqîn

Li Kurdistana Tirkî Şer û Teqîn

Sûc û Gunhê Millet Çi Ye Ku Tên Kuştin, Perîşan Dibin?

Li herêmê operasyonên eskeriyê, teqîn û şerê di navbera esker û PKKê de dewam dikin, lê ê ku ceza û zirara wê dikşîne, milletê perîşan e. Eger her dû alî hizûr û silametiya millet, derd û daxwazên millet ji xwe re nekiribin derd, û sirf ji bo beqa û dewamiya xwe şer bikin, gelo wê şer û teqînên wan ji kê re çi feydê bîne? 

Do li Şemzînan ya navçeya Colemêrgê, di heyama derbasbûna wesaîta polîs de, wesaîteke bombekirî teqiya. Teqîn li însanên mezlûm û bêrî qewimî. Li der û dor zirara maddî çêbû. Di teqînê de zarokekî 11 salî can da. 2 heb giran bi kêmanî 26 kes jî birîndar bûn. Du kesên rewşa wan giran, bi helîkopteran rakirin Hekarî û Wanê. Birîndarên din jî rakirin nexweşxana dewletê. Hat îfade kirin ku li dora devera teqînê, dawetek hebûye. Faris Demîrcana 11 salî û bi piranî kesên birîndar, însanên li ber dawetê bûne. Milletê Şemzînan ji ber van şer û operasyonan perîşan û bitepkî ne.

Li aliyê din, operasyonên eskeriyê jî dewam dikin. Li Cûdî û li çiyayê Qatoyê, di operasyona eskeriyê de, hat îddîa kirin ku 18 PKKyî hatine kuştin. Dîsa hat îddîa kirin ku li çol û çiyayên Colemêrgê, hinek stargeh û şikeftin PKKê hatine dîtin. Di wan de gelek malzeme û muhîmmat hatine bidestxistin. Di nav wan de topên hawanan, sîlehên otomatîk yên giran, malzemên teqînê, îlaç û ameliyatê jî hene. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.