Li Kûrecuxê wê çalakîya rûniştinê bê lidarxistin

Li Kûrecuxê wê çalakîya rûniştinê bê lidarxistin

Bombebarandina rejîma îşxalkeran a ku ji 7ê cotmehê heta îro li Xezzeyê li dar xistine wek li çar alîyê dinyayê li Tirkîyeyê jî bi bernameyên curbecur hatin lenetkirin, desteka ku ji HAMASê re tên dayîn jî roj bi roj zêde û mezin dibin.

Li Tirkîyeyê ji 7ê Cotmehê vir ve ku êrîş li Xezzeyê hatîye kirin çalakîyên destekê roj bi roj zêde dibin û didomin.

Platforma Biratîya Qudsê ya Meletîyê, ji bo girtina Baregeha Radara NATO ya Kûrecuxê, li gundê Kûrecuxê ew ê di navbera 25-27ê Cotmehê de ji bo 3 rojan çalakîya rûniştinê bide dest pê kirin.

Platforma Biratîya Qudsê ya Meletîyê, bi daxuyanîya çapemenîyê daxuyand ku ew ê çalakîya rûniştinê li dar bixin.

Serokê Bajarê Meletî yê HUDA PARê Mehmet Îlker Donmezer bi navê platformê daxuyanîyê xwend.

Donmezer weha got, “Rejîma sîyonîst, ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê di ber çavê hemû dinyayê de sûca qirqirinê pêk anîtîye. Dema ku sîyonîstan komkujîyê dikir, camî, dibistan, nexweşxane û cîhên sîvîlan jî bombebaran dikir û ti qural û qaîdeyan nas nedikir. Di encama van êrîşan de sîyonîstan heta 22yê Mijdarê li Xezzeyê ji 6 hezarî zêdetir zarok, 4 hezar pîrek û 4 hezar û 532 zilamên bê çek şehîd kirîye.”

Donmezer di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ji qetlîama ku li Xezzeyê tê kirin re wê bêdeng nemînin û hemû welatîyan dawetî çalakîya rûniştinê ya ku li gundê KÛRECUXê li dar bixin kir.

Donmezer weha axivî, “Em jî di vê pêvajoya zor û zehmet de nikarin ji şixulandina baregeha ku ji şehîdkirina birayên me re alîkarîyê dike re wek temaşevanan bimînin. Em di vê çarçoveyê de ji bona ku Baregeha Kûrecuxa NATOyê bê girtin wê 3 rojan li gundê Kûrecuxê çalakîya rûniştinê li dar bixin. Ew ê ev çalakîya me di roja 25ê Mijdarê de dest pê bike û ew ê di roja 27ê Mijdarê de jî dawî bibe. Bi vê wesîleyê em hemû welatîyên xwe dawetî vê bernameyê dikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.