Li Lîberyayê tankera sotemeniyê wergeriya û teqiya: 40 kes mirin

Li Lîberyayê tankera sotemeniyê wergeriya û teqiya: 40 kes mirin

Di teqîna ku li Lîberyayê di encama wergeriya tankera sotemeniyê de pêk hat de herî kêm 40 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat îddiakirin ku tankereke sotemeniyê li bajarê Totota ya herêma Bong a welatê Lîberyaya Rojavayê Afrîkayê wergeriya.

Tankera ku dema şêniyên herêmê kom dibûn wergeriya, piştî di demeke kurt de teqiya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên ambulans û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Rayedarê tenduristiyê Francis Kateh ragihand ku di encama teqînê de herî kêm 40 kes mirine. Kateh diyar kir ku bi dehan kes bi giranî şewitî ne û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.