Li Lîbyayê Dewrek Nû

Li Lîbyayê Dewrek Nû

Îdare Teslîmî Hikûmeta Nû Dibe

Piştî xistina dîktator Qeddafî, niha li Lîbyayê dewrek nû dest pê dike. Hikûmeta guherbar, îdarê teslîmî hikûmeta nû dike. Merasîma teslîmkirinê, li paytext Trablûsê tê li dar xistin. Digel mensûbên Konseya mîllî û meclîsê, gelek qezetevan û temsîlkarên saziyên sivîl, beşdarî merasîmê dibin.

Wê Kongreya Mîllî ya ku di 7ê Tîrmehê de hatibû hilbijartin, salek û nîv dewletê îdare bike. Tê texmîn kirin ku wê hikûmeta nû, roja înê serekê meclîsê û di hukmê mehekê de jî serekdewletê hilbijêre. Di hukmê 3 mehan de jî, komîsyona ku wê bi amadekirina qanûna esasî re wezîfedar be ava bike.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.