Lı Lîbyayê Êrîş

Lı Lîbyayê Êrîş

Li Lîbyayê li bajarê Bîngaziyê, komek çekdar êrîş birin ser sefaretxana Emrîka

Lı Lîbyayê Êrîş
Sefîrê Emrîka Yê Lîbyayê Dı Êrîşê De Hat Kuştın

Li Lîbyayê li bajarê Bîngaziyê, komek çekdar êrîş birin ser sefaretxana Emrîka. Êrîş do bi şev bi roketan hat kirin. Di êrîşê de sefîrê Emrîka hat kuştin. Piştî êrîşê, agir bi binayê ket. Mirina sefîrê Emrîka ji teref meqamên Lîbyayê ve jî hat tesdîq kirin. Hat gotin ku digel sefîrê Emrîka, 3 wezîfedarên sefaretxanê jî hatine kuştin.

Xeberan diyar kir ku sefîrê Emrîka Crîstofir Stevens, gava bi wesaîta xwe derdikeve rê, bi roketan êrîş lê tê kirin. Di êrîşê de sefîr û 3 kesên din tên kuştin. Piştî hadîseyê li dor sefaretxaneyê tedbîrên zêde hatin girtin.

Li ser hadîseyê serekcimhûrê Lîbyayê Muhammed el Magarîf ji Emrîka uzir xwest û îfade kir ku kesên kirine aligirên Qaddafî ne.

Wekî tê zanîn fîlma ku heqaret li pêxemberê me dikir, li Emrîka ketibû weşanê. Ji ber vê yekê jî li Misrê û li Lîbyayê protesto dest pê kiribûn. Protesto li ber sefaretxanê Emrîka hatibûn kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.