Li Lîbyayê Êrîş Û Teqîn
Li rojhilatê Lîbyayê li bajarê Bîngaziyê, kesên nenas bi sîlehan êrîşî esker kir
Li rojhilatê Lîbyayê li bajarê Bîngaziyê, kesên nenas bi sîlehan êrîşî esker kir. Di êrîşê de 4 esker hatin kuştin, 6 heb jî birîndar bûn. Rewşa yekî giran e.
Êrîşên han li ser rêya Bewwabetu Bûhadîyê û li herêma Sabirîyê pêk hatin. Her wiha dewriyeke eskeriyê marûzî êrîşî bû.
Li aliyê din li bakurê Lîbyayê li bajarê Sebhayê, di depoyeke artêşê ya ku muhîmmat tê de hebûn de, teqîn pêk hat. Bi teqîna cebilxaneyê 40 kesî can dan. Hat gotin ku qaçaxvanên sîlehan bûne sedema teqînê.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.