Li Lîbyayê tenduristîya bi sedhezaran zarokan di bin tehdîdê de ye
Fona AlîkarîyaZarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF)ê destnîşan kir ku li Lîbyayê herî hindik tenduristîya 2 mîlyon zarokan dibin tehdîdê de ye.
Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF)ê destnîşan kir ku: “Li Lîbyayê ji nîv mîlyonê zêdetir zarok mixtacî alîkarîyê ne û herî hindik jî li giştîyê Lîbyayê tenduristîya 2 mîlyon zarokan di bin tehdîdê de ye.”
Temsîlkarê UNICEFê yê Lîbyayê Abdûrrahman Gandar îfade kir ku di serî de 600 hezar zarok û bi tevahî jî 2 mîlyon zarok li Trablûs û bajarê din bi awakî cidî zehmetîya av û xida dikşînin.
Dîrektorê UNICEFê Geert Cappelaere yê Herema Rojhilata Navîn û Herêma Bakûrê Efrîqa berî vê mehekê Lîbyayê ziyaret kir û derbarê zîyaretê de agahî belav kir û got: “Li Lîbyayê ji ber bê îstikrarîya sîyasî, şer û pevçûnan 550 hezar zarok mixtacî alîkarîya mirovahîyê ye.”
Di dawiya beyanata xwe de Cappelaere destnîşan kir ku ji bo zarokên Lîbyayî divê gavek berî gavekê ji vê qirîzê re çareserîyek sîyasî bê dîtin û wisa axaftina xwe bi dawî kir: “Li hinek deveran ji ber şer û pevçûnan malbatan ji mecbûrî malên xwe terk kirin. Niha ji 80 hezarî zêdetir zarokên penamber hene û ev zarok tên îstîsmarkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.