Li Madagaskarê Şer
Gundî Û Diz Bihevketin: 67 Kuştî
Li gor xeberan hat îfade kirin ku li Madagaskarê li dora hezar kîlometre dûrî paytext Antananarîvoyê, li herêma Fort-Dapuhînê, di navbera gundî û dizan de şer qewimiye. Di şer de 67 diz hatine kuştin.
Komîserê polîs general Brûno diyar kir ku nêzî sed diz êrîşî 3 gundan kirine. Xwestine ku heywanên gundiyan bidizin. Gundiyan jî bi rim û biviran xwe parastine û li ber dizan derketine. Hat gotin ku gundiyan, ji dizan 67 kes kuştine.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.