Li Malî Şêlandin Dest Pê Kiriye

Li Malî Şêlandin Dest Pê Kiriye

Li ku herb hebe, li wir talan û şêlandin jî heye. Piştî Lîbya, Misir, Iraq û Sûriye niha jî li Malî, hadîseyên talan û şêlandinê diqewimin.

 Li ku herb hebe, li wir talan û şêlandin jî heye. Piştî Lîbya, Misir, Iraq û Sûriye niha jî li Malî, hadîseyên talan û şêlandinê diqewimin. Tê gotin ku 20 hezar eserên destxet yên ku, ji bo dîroka Îslamê pir muhîm in, digel dihat gotin ku wê têxin bin parastinê jî, nayê zanîn ku bi ku de revandine.

Li alîkî ji teref Fransayê îşgalkirina Malî dewam dike, li aliyê din xeber tên weşandin ku, li Bajarê Tîmbûktûyê muze û kitêbxane tên şewitandin. Bajarê Tîmbûktûyê ji teref Unescoyê ve, di lîsteya bajarên tarîxî de tê nîşandan.

Ajansên rojava beyan kirin ku, 20 hezar eserên destxet yên ku ji bo tarîxa Îslamê pir muhîm in, ji teref grûbên îsyankar ve hatine şewitandin. Feqet çavkaniyên mehelî îfade dikin ku, pirrê eserên destxet, beriya pevçûnan ji kitêbxanan hatine komkirin, û birine deverên din. Kesên birine jî gotine ku, wê di bînayên ewletir de têxin bin sitirandinê. Niha nayê zanîn ku, eser ji teref kê ve hatine komhevkirin û bi ku ve birine.

Li Malî nêzî 700 hezar eserên destxet hene. Ji ber pevçûnên ku ev serê 10 mehan e dewam dikin, dihat gotin ku eserên tarîxî di bin tehdîdê de ne.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.