Li Meclîsê Parlementerên Sernixumandî
Wezîra malbat û polîtîkayên sosyalê Fatma Şahîn, di xeberdana we de beyan kir ku jinên sernixumandî bi kêrî gelek karî tên. Divê li meclîsê parlementerên sernixumandî jî hebin.
Wezîra malbat û polîtîkayên sosyalê Fatma Şahîn, di xeberdana we de beyan kir ku jinên sernixumandî bi kêrî gelek karî tên. Divê li meclîsê parlementerên sernixumandî jî hebin.
Fatma Şahîn di programeke televîzyona xisûsî de peyivî. Şahîn wiha got “Meclîs eyneya civakê ye. Divê ji hemî aliyên civak û îçtîmayê, karibin xwe li meclîsê bibînin. Eger wê demokrasiya bipêşxistî pêk bê, divê parlementerên sernixumandî hebin. Ez bi sernixumandiyan re xebitim. Potansiyelên wan yên zêde hene.”
Şahîn di dewamiya xeberdana xwe de wiha got “Heta kengê wê welat potansiyela wan nebîne? Ji wan hiqûqnasên jêhatî, sihhetkarên jêhatî hene. Lê potansiyela wan nayê bikaranîn. Di tehsîl û perwerdehîyê de, em berbesta datînin pêşiya wan. Divê êdî van tişt rabin.”
Wezîra xanim her çi qas wiha bibêje jî, ev deh sal zêdetir e ku partiya AKPê, ji bo tesettur û sernixumandinê tiştekî esasî nake. Tenê hinek ciya pîne dike. Ew jî ji bo ku xwe ji bin gotin û lomandinê derxe. Tew vî paşî bi rêziknamekê li mekteban sernixumandina qîzan yesax kir. Divê bê gotin ku heqê qîz û jinên sernixumandî, ne li meclîsê tenê be, lazim e ku li her derê bi hîcaba xwe serbest karibin bixebitin. Ev heq jî, encax bi qanûnê têkeve bin temînatê, wê çareser bibe.
bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.