Li Mekkeyê ji 550 kesî zêdetir hecac canê xwe ji dest dan

Li Mekkeyê ji 550 kesî zêdetir hecac canê xwe ji dest dan

Hejmarê mirîyên hecacan ku ji bona Hecê çûbûn Mekkeyê derket 550an.

Hat destnîşankirin ku di dema hecê de herî kêm 550 hecac canê xwe ji dest dan, piranîya mirîyan jî ji ber germahîyê bûye.

Navenda Meteorolojîya Neteweyî ya Sûidî, daxuyand ku li Mescîdî Heramê pileya germahîyê derketîye heta 51,8an.

Li gorî rayedarên Sûidî 1,6 milyon ji derveyê welat tev de 1,8 milyon hecac ji bona hecê hatine Mekkeyê.

Hat îfadekirin hejmarê welatîyên ku ji Tirkîyeyê ne û di hecê de canê xwe ji dest dane 23 kes in.

Hat diyarkirin îsal ji Tirkîyeyê ji 84 hezaran zêdetir welatî çûne axên pîroz. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.