Li mekteban bernameyên Mewlûda Nebî
Li mektebên Kerborana Mêrdînê ji teref xwendekaran ve bernameyên Mewlûda Nebî hat tertîpkirin.
Bernameyên Mewlûda Nebî li herêmê bê navber bi şahiyeke mezin tên tertîpkirin. Li Kerborana Mêrdînê ji teref xwendekarên Dibistana Navîn ya Ataturkê û Lîseya Îman Xatîban a Anadoluyê ve ji ber minasebeta Qandîla Mewlûdê bernameya Mewlûda Nebî hat tertîpkirin.
Bernameya ku li Dibistana Ataturkê hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Piştî tîlaweta Qur’anê ji teref Beyza Akbuluta ji xwendekarên mektebê ve derbarê Qandîla Mewlûdê ve axavtineke agahdarkirinê hat kirin.
Piştî axavtina agahdarîkirinê Halîl Ustunerê ji xwendekarên mektebê helbesta bi navê “Min ji te hez kir pêxemberê min” xwend. Dû re xwendekaran îlahiyan bi deng kirin.
Piştî îlahiyên ku hatin bidengkirin Rênas Demîrê xwendekarê mektebê Mewlûda Şerîf xwend. Dû re jî Seher Kiliça ku di bernameya ku hat tertîpkirin de bûbû yekemîn kesa pêşbirka “Ji Pêxemberê em re name” bo nameya xwe bixwîne hat vexwendin sahneyê.
Di berdewama bernamê de xwendekarên bi navê Mahmut Demîr Xutbeya Wedayê xwend û ji Seher Kiliça ku di bernameya ku hat tertîpkirin de bûbû yekemîn kesa pêşbirka “Ji Pêxemberê em re name” re ji teref midûrê mektebê ve xelat hat dayîn.
Bername di diaya ku hat xwendin bi dawî bû.
Xwendekar û mamoste beşdarî bernameya ku li Lîseya Îmam Xatîban a Anadoluyê hat tertîpkirin bûn û bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir. Dû re jî Mewlûda Şerîf hat xwendin û xwendekaran îlahiyan bi deng kirin.
Piştî bernamê xwarin hat belavkirin û dû re bername bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.