Li Meletê qeza: 9 birîndar

Li Meletê qeza: 9 birîndar

Di Çirmik'a navçeya Meletê de di encama qezaya ku 4 'erebe li hev qelibî bûn de 9 kes hatin rakirin nexweşxane û hatin tedawîkirin.

Qeza li rêya Tecde ya navçeya Çirmik'ê di se'et 10.30'an de li ber Febrîqeya ard ya Anadolu'yê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, dema B.A. bi 'erebeya xwe ya bi plaka 44 ACH 361 diçû, bi 'erebeya bi plakaya 44 BR 066'yê di bin kontrola B.B. de bû, 'erebeya bi plakaya 34 DR 7322'yê ku di bin kontrola A.B. de bû û 'erebeya bi plakaye 44 ABE 073'ê ku di bin kontrola U.S. de bû qelibî.

Di qezaya ku 'erebe giştik bûbûn xurde de ajokerên A.B, B.A. û rêwîyên A.B, M.B, İ.E.B, A.B.B, Y.E.Y, E.B. û B.B birîndar bûn. Hin birîndaran jî di 'erebê de asê man.

Li ser xeberdayinê ekîbên tenduristiyê, îtfaiyê û polîsan hatin sewqkirin cihê bûyerê. Birîndarên ku di 'erebeyan de asê mabûn hatin derxistin û hatin birin nexweşxaneyên bajêr.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e, di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.