Li Meletê qeza: Yek jê giran 3 birîndar

Li Meletê qeza: Yek jê giran 3 birîndar

Li navçeya Yeşîlyurta Meletê 2 erebe li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê giran tev de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 44 AAF 747 yê ku di bin kontrola O.Ç. de bû û li ser Ceddeya Yuceyê li erebeya bi plaqeya 44 T 1201 yê ku di kontrola R.A. de bû qelibî. Di encama qezayê de herdu şofêr û rêwîyeke ku di nav erebeyê de bû birîndar bûn.

Ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku rewşa M.A. yê rêwîyê erebeyê giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler