Li Meletîyê otobûsa serwîsê şewitî

Li Meletîyê otobûsa serwîsê şewitî

Li navçeya Battalgazîya Meletîyê otobûsek di dema ku diçû de agir pêk ket. Şewat ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin lê otobûs bû wek xwelîyê.

Bûyer, di seatên serê sibehê de li ser rêya Meletî-Xarpêtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa serwîsan ya bi plaqeya 44 S 0584 ku di bin îdareya S.G. de bû ji nişkav ve agir pê ket.

Otobûs, bi mezinbûn û belavbûna şewatê bû wek xwelîyê. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin. Şewata ku derket di encama midexeleya ekîbên îtfaîyeyê de hat tefandin.

Ji ber şewata otobûsê di rê de gelek wesayît sekinîn û ev bû sedema trafîkê lê bi rakirina otobûsê cardin rê ji çûnûhatinê re hat vekirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.