Li Meletîyê qeza: 2 mirî, 3 birîndar

Li Meletîyê qeza: 2 mirî, 3 birîndar

Li Meletîyê, di qezaya ku otobûseke servîsa balafirgehê û wesayîteke bazirganî ya sivik li hev ketin de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li çarrêya Herêma Pîşesaziya Organîzekirî ya 2yemîn (OSB) ya navçeya Yeşîlyurtê qewimî.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bazirganî ya sivik a bi plakaya 44 BF 507 ku A.Y. diajot û otobûsa servîsa Balafirgeha Meletîyê ya bi plakaya 44 FK 630 li çarrêyê li hev ketin.

Piştî qezayê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û cendermeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxeleya ekîban, hat tespîtkirin ku şofêrê wesayîta bazirganî ya sivik A.Y. û jina wî F.Y. ku bi wî re bû li cihê bûyerê canê xwe ji dest dane.

Hat îfadekirin ku sê kesên di otobûsê de bûn jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar piştî tedawîya ewil a li cîhê bûyerê bi ambulansan ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê re hatin rakirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.