Li Mêrdînê barana gur jiyan neyînî bandor kir

Li Mêrdînê barana gur jiyan neyînî bandor kir

Barana gur ku danê sibehê li navenda Mêrdînê û navçeyên wê bi bandor bû, jiyana rojane neyînî bandor kir. Ji ber barana dijwar di hin cade û kolanan de lehiya avê rû da û li hin herêman jî dar qetiyan û ketin erdyê.

Barana gur û fırtîna dijwar ku li seranserê bajêr 2 roj in berdewam dike, jiyanê neyînî bandor dike. Li navçeya navendî Artukluyê darên di baxçeyê otêlekê de ji ber bandora ba û fırtînê qetiyan û ketin erdyê.

Li navçeya Nisêbînê jî xwendekarên ku danê sibehê ji bo biçin dibistanê ji malên xwe derketin, di cade û kolanên ku bi avê hatibûn nixumandin de cih cih di meşê de zehmetî kişandin.

Piştî baranê birikên avê yên ku li hin herêman çêbûn bûn sedem ku welatî kêliyên zor bijîn; dîmenên ku derketin holê jî bandora baranê ya li navçeyê xist ber çavan.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.