Li Mêrdînê karkerê daristanê yê ku êrîş lê hatibû kirin canê xwe ji dest da

Karkerê daristanê yê ku li Nisêbîna Mêrdînê ji teref komek ve hatibû êrîşkirin canê xwe ji dest da.

Bûyer, li gundê Xirbê Elîya ku di navbera Mîdyad-Nisêbînê de ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Alî Akpinarê 56 salî yê ku hat hînbûn emekdarîyê koricîtîyê ye ji teref komekî ve êrîşeke ku hêj sedema wê nayê zanîn hat kirin.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin, ekîbên ku gihîştin cihê bûyerê midexeleya ‘ewil ya tenduristîyê kirin û wî rakirin Nexweşxaneya Dewleta Mîdyadê.

Alî Akpinarê ku birîndar bû li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku li herêmê operasyoneke mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.