Li Mêrdînê operasyona PKKê: 30 binçavî
Li navçeyên Nisêbîn, Artuklu û Mehsertê li dijî PKKê operasyonên hemwextî hat li darxistin. Di encama operasyonan de 30 kes hatin binçavkirin.
Ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hat ragihandin ku di 9 taxên girêdayê navçeyên Nisêbîn, Artuklu û Mehsertê yên ku qedexeya derketina derve hatibû îlankirin de li dijî PKKê operasyonên hemwextî hatine li darxistin.
Hat destnîşankirin ku di encama operasyonên wek hemwextî hatiye lidarxistin de 30 kes hatine binçavkirin. Di nav wan de serokên navçeyên HDP û DPByî hene. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.