Li Mêrdînê qeza: 2 mirî 10 birîndar

Li Mêrdînê qeza: 2 mirî 10 birîndar

Li Mêrdînê wesayît û motosîkletek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Qeza doh derdora seat 19.00an de di navbera gundên Verzîka û Xelîla de pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin motosîkleta ku ajokara wê  Huseyîn Akyol bû li wesayîta bi plaqeya 33 D 8606 a ku ajokarê wê Abdusselam Akay bû qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de Akyol û Xeyredîn Akbulut jiyana  xwe ji dest dan û ajokara Akay jî di nav de 10 kesên bi navê bulunan Abdullah, Şindar û Hatice Gezer, Saniye, Hemhat, Ekrem, Beritan, Rukiye û Osman Demir birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.