Li Mêrdînê qeza: 2 mirî 13 birîndar

Li Mêrdînê qeza: 2 mirî 13 birîndar

Di qezaya ku miksera betonê jê re bû sedem deyek jê zarok tev de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Li Artukluya navçeya Mêrdînê qezayeke dilşewat û elemnak pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li ser 5emîn kîlometreya  Rêbeja Mêrdîn-Qoserê  şifera mîksera betonê yê bi plaqaya 47 DS 229  ji ber sedemeka ku hêj nayê zanîn hakimiyeta dîreksiyonê winda kir û derbasî  şerîda hember bû û li otomobîla   06 DS 0076 qelibî.

Ji ber qezaya ku pêk hat gelek ekîbên polêsan û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama qezaya ku pêk hat de  zarokê 3 salî yê bi navê  Omer Deger û diya wî ya 30 salî jiyana xwe ji dest dan û tev de 13 kesên bçi navê Şeyhmus Yilmaz (21), Betul Yilmaz (20), Burhan Şîmdî (25), Suphan Çelîk (26), Berfîn Yilmaz (11), Fevziye Yilmaz (37) Fîlîz Yakak (35) Gulistan Bozdemîr (19), Ridvan Aşar Huseyîn Oter (25) Abdurrahîm Oktan (17), Gulnaz Yakak (22) û Hidir Meral birîndar bûn.

Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA






























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.