Li Mêrdînê qeza: 4 birîndar

Li Mêrdînê qeza: 4 birîndar

Di qezaya trafîkê ya ku li çarrêya ku navçeyên Artuklu, Nisêbîn û Qoserê girê dide pêk hat de 4 kes birîndar bûn.

Qeza di saetên êvarê de li herêma Alakuş Ûçyolê ya Artukluyê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 47 ABJ 783 û wesayîteke din a ku plaqeya wê nehat hînbûn li hev qelibîn. Di qezayê de 4 kes birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê û îtfaiyeyê sewqî ciyê qezayê hatin kirin. Birîndarên ku bi midaxeleya îtfaiyeyê ji cihên ku asê mane hatin derxistin, piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê hatin rakirin nexweşxaneyê.

Ji birîndaran U.O. (29) bi BC. (31) Ji Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê S.A. (39) û S.U. (34) rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.